Peymana Mînskê wê di 2016'an de jî derbasdar be
Lîderên Rûsya, Elmanya, Fransa û Ûkraynayê li hev kirin ku Peymana Mînskê di sala 2016'an de jî derbasdar be.
Lîderên Rûsya, Elmanya, Fransa û Ûkraynayê li hev kirin ku Peymana Mînskê di sala 2016'an de jî derbasdar be.
Lîderên Rûsya, Elmanya, Fransa û Ûkraynayê li hev kirin ku Peymana Mînskê di sala 2016'an de jî derbasdar be.
Di daxuyaniya Kremlînê de hat ragihandin ku ev biryara lihevkirinê di axaftina navbera lîderên Rûsya, Elmanya, Fransa û Ûkraynayê ya bi rêya telefonê de hatiye wergirtin.
Li gorî vê peymanê diviyabû heta dawiya salê dawî li şer û rewşa nediyar a li Rojhilatê Ûkraynayê bê anîn û li sînorê bi Rûsyayê re Ûkrayna ji nû ve kontrola sînor pêk bîne. Lê belê ev peyman heta niha bi awayekî orjînal bi cih nehatiye anîn.
Kremlînê ragihand ku her çar lîder bi biryar in ku agirbest bi cih were anîn û çekên giran ên li xeta eniyê werin vekişandin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew amadekariyên hilbijartinên herêmî yên li herêma Donetsk a di destê alîgirên serxwebûnê de ye, ji nêz ve dişopînin.
Lîderan her wiha biryar dan ku weke 4 welatên mora xwe danîne binê Peymana Mînskê hevdîtinên xwe bi rêk û pêk bidomînin.
Peymana Mînskê ya di Sibata 2015'an de hat morkirin, her çend ji aliyê giştî ve rê li ber agirbestê vekir jî, li rojhilatê Ûkraynayê şerê biçûk û mezin dewam dike.
Di şerê navxweyî yê di Nîsana 2014'an de li herêmên Donetsk û Lûhansk ên li rojhilatê Ûkraynayê, heta niha nêzî 7 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dane, zêdeyî 1 mîlyon Ûkrayaniyan ji neçarî di nava welatê xwe de cih guhertne. Her wiha 700 hezar Ûkraynayiyan jî ji neçarî koçî derveyî welat kirine.