Peyka Marsê Phobos tine dibe

Phobos ku di mîtolojiya Yewnan de weke kurê xwedayê şer Areş û xwedawend Afrodît tê zanîn, li ber tinebûnê ye.

Phobos ku di mîtolojiya Yewnan de weke kurê xwedayê şer Areş û xwedawend Afrodît tê zanîn, li ber tinebûnê ye.

Ji bo cîhana zanistiyê Phobos xwedî wateyeke cuda ye. Peyka Marsê Phobos, kêlî bi kêlî tine dibe.

Li gorî lêkolîneke ji aliyê pisporên Ajansa Fezayê ya Amerîka ve hat kirin, ev peyk 'hatiye lenetkirin' û di pêşerojeke dûr de mehkûmî tinebûnê ye.

Tê texmînkirin ku peyka Marsê wê piştî 30 heta 50 mîlyon salan, li gerdûnê bi temamî parçe bibe.

Phobos di nava temamiya sîstema Rojê de, weke peyka herî nêzî gerstêrka xwe tê zanîn. Bi qasî 6 hezar kîlometre dûrî rêgeha Marsê, li dora gerstêrka xwe Marsê digere.

Di nava 8 saetan de li dora Marsê digere. Mars ji bo li dora xwe bigere, pêwîstî bi 25 saetan dibîne.

Hêza kişandina ber bi xwe ve, di nava her sedsalekê de Phobos 2 metreyên din nêzî Marsê die. Phobos a nêzî Gerstêrka Sor dibe, wê nikaribe ji parçebûn û belavbûnê xwe rizgar bike.

Li Gerstêrka Sor rewş bi vî rengî ye, lê têkiliya di navbera cîhanê û peyka we de rewş gelekî cuda ye. Heyv her roj hinekî din ji cîhanê dûr dikeve.