Peyasê di nava 2 hefteyan de 34 TIR ji Rojava û Şengalê re şand

Peyasê di nava 2 hefteyan de 34 TIR ji Rojava û Şengalê re şand

Di çarçoveya kampanya alîkariya bi gelê Rojava û Şengalê re Şaredariya Peyasê di nava du hefteyên dawî de alîkariya barê 34 TIR'an şand. Bi vî rengî hejmara wesayîtên alîkariyê yên Şaredariyê di nava 3 mehên kampanyayê de ji herêmê re şand, derket 74'an.

Kampanya Şaredariya navçeya Amed Peyasê ya ji bo Şengal û Rojavayê Kurdistanê beriya sê mehan dabû destpêkirin, dewam dike. Bi taybetî piştî zêdebûna hejmara welatiyên ji ber şer xwe li Pirsûsê girtin, xebatên alîkariyê yên şaredariyê zêde bûn. Di çarçoveya kampanyayê de di nava du hefteyên dawî de barê 34 TIR'an alîkarî ji herêmê re hat şandin.

Piraniya alîkariyên di dema dawî de hatin şandin, mamayê zarokan, betanî, pêlav, kincên ji bo zivistanê, ava vexwarinê û xwarin e. Bi vî rengî hejmara wesayîtên alîkariyê yên Şaredariyê di nava 3 mehên kampanyayê de ji herêmê re şand, derket 74'an.

Di daxuyaniya ji aliyê komîsyona kampanya alîkariyê ve hat dayîn de hat ragihandin ku gelê Amedê eleqeyeke mezin nîşanî kampanyaya alîkariyê daye û hat gotin, "Di cejnê de, bi taybetî ji ber drama mirovahiyê ya li Rojava tê jiyîn, piraniya gelê me derket bazara cejnê û tevlî kampanya alîkariyê bû. Di nava du hefteyan de barê 34 TIR'an alîkarî hat komkirin û ji herêmê re hat şandin. Drama tê jiyîn dewam dike û zivistan nêz dibe. Lewma pêwîstî bi hîn bêtir alîkariyê heye. Em ê xebatên xwe bi alîkariya gelê xwe dewam bikin."