Peyama Ocalan...-Amed Dîcle
Peyama Ocalan...-Amed Dîcle
Peyama Ocalan...-Amed Dîcle
Ji Newrozê heta niha peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di rojevê de ye. Piştî vê peyamê heyeta BDP’ê dîsa çû cem birêz Ocalan û ji bo 4'ê Nîsanê jî peyamek hat şandin. Her wiha, hevserokê BDP’ê Demîrtaş behsa naveroka hevdîtinê û perspektîfên birêz Ocalan kir. Ev hemû bi awayekî berfireh ji bo fêmbûn û tevlibûna pêvajoyê bes in û zêde ne jî.
***
Her wiha birêz Ocalan beriya van peyam û hevdîtinan sê name şandibûn û bi awayekî berfireh fikrên xwe di van nameyan de eşkera kiribûn. Li gorî agahî û nirxandinên ku tên kirin ev yek derdikeve holê; Rêberê Gelê Kurd di nameya xwe de, dibêje; “Bila kes me bêçare nebîne, em ne ji bo ku bêçare ne vê pêvajoyê didin destpêkirin. Em di nava lêgerîna çareseriyek dîrokî ya demokratîk de ne.” Birêz Ocalan vê nameyê wekî 'peymanekê' bi muxatabên xwe re bi nav dike.
***
Her wiha, di nameyê de dixwaze ji bo ku kurdên li çar parçeyan bi hevdu re di nava têkiliyê de bin zemîneke hiqûqî were sazkirin. Di vir de behsa mîsakî-mîllî tê kirin. Hin kesan xwest vê xalê berovajî nîşan bidin. Birêz Ocalan vê xalê ne wekî qebûlkirina sînorên heyî bi armanca bê watekirina sînorên heyî dinirxîne.
***
Dîsa xaleka din ku gelek tê nîqaşkirin mijara têkoşîna çekdarî ye. Niha gelek kes dibêjin; ma kurdan çi girt ku têkoşîna çekdarî bi dawî dikin. Birêz Ocalan di nameya xwe de dibêje; heta ku hebûn, azadî û ewlekariya kurdan neyê qebûlkirin û heta ku riya siyasetê ji hemû aktorên di nava têkoşîna azadiyê de ne neyê vekirin çekdanîn nayê rojevê.
***
Di vê de xala girîng ev e; name û peyamên Ocalan xwe dispêrin parêznameyên wî. Yên ku parêzname nexwendibin dibe ku bi fikar nêzikî van peyaman bibin. Ji bo fêmkirina baş û têr divê pirtûkên dawî yên birêz Ocalan werin xwendin û paradîgmaya wî baş bê fêmkirin. Di armanca têkoşîna Ocalan de guhertin tune ne. Rêbaz tê guhertin. Armanc azadî ye, rêbaz jî têkoşîna siyasî ye. Di vê xalê de sazî û siyaseta kurd jî qels tev digerin. Ji bo afirandina taqtîkên siyasî kêm dimînin. Di vê pêvajoya nû de, serhildana gel û rêbazên demokratîk divê ji pêvajoya berê xurtir bin. Ji ber vê sedemê pêwîstî bi hemleyeke nû heye.
***
Nabe ku em kurd bisekinin û bêjin ka wê birêz Ocalan çi bike. Divê em bi têkoşîna xwe ya civakî û siyasî, vê pêvajoya ku birêz Ocalan daye destpêkirin bibin serkeftinê. Jixwe birêz Ocalan jî dibêje, dem dema çalakiya gel bi xwe ye.
-Azadiya Welat