Pêwîstiya Yewnanîstanê ji ya tê payîn kêmtir bi krediyê heye

Yewnanîstan ji bo krîza aborî derbas bike ku bi Yekîtiya Ewropa û saziyên navneteweyî re di pakêta alîkariyê ya 86 mîlyarî de li hev kir, tê gotin ku pêwîstiya wê ji ya tê payîn kêmtir bi krediyê heye.

Dîrektorê Fona Rizgarkirina ya Herêma Euro (ESM) Klaus Regling di daxuyaniya ku li Brukselê da diyar kir ku pêwîstiya Yewnanîstanê bi tevahiya pakêta 86 mîlyarî nîne. 

Regling, got ku ya ji bo bankayan pêwîst wê 10 mîlyar Euro derbas neke. 

Regling, anî ziman ku wê pêwîstî bi 14,4 mîlyar Euro ya ji bankayên Yewnan tê pêşniyarkirin nîne. 

Bi daxuyaniya dîrektorê ESM'ê re di nûçeyên ji Atînayê hatin hat piştraskrin ku pêdiviya welêt a krediyê wê hê kêmtir be. Çavkaniyên hikûmetê diyar kirin ku wê ji sermayeya taybet 5 mîlyar Euro neqlî bankayên li welêt bikin.