'Pêwîstiya me bi yekîtiyê heye’
'Pêwîstiya me bi yekîtiyê heye’
'Pêwîstiya me bi yekîtiyê heye’
Lawa Xan a YNK’î diyar kir ku ji bo jin xwe biparêzin hêza leşkerî ji bo wan gelek girîng e û ew bi hêvî ye ku jinên Kurd wê bi hev re tevgereke azadiyê ya jinan a hevpar ava bikin.
Berpirsa Jinan a Kerkûkê ya YNK’ê Lawa Xan diyar kir ku hatina gerîlayên YJA STAR’ê ku li dijî DAIŞ’ê ji bo parastina Kerkûk û Başûr têkoşînek mezin dane, bi kêfxweşiyek mezin pêşwazî kirine. Xan got: “Em ji hatina gerîlayên YJA Starê gelek kêfxweş in. Ji ber ku parastina Kurdan, jinan dikin. Ev bo me serbilindî ye. Em bawer in ku wê hemû jin li gel gerîlayên di nava parastinê de cih bigirin.
Piştî êrîşên DAIŞ’ê yên li Başûr, gerîlayên HPG û YJA Starê derbasî Kerkûkê bûn û demek berê heyeteke jinan a girêdayî YNK’ê çibûn serdana gerîlayên YJA Starê. Berpirsa Jinan a Kerkûkê Lawa Xan ku di vê heyetê de cih digirt, diyar kir ku têkoşîna li dijî DAIŞ’ê tê meşandin berpirsyariya sereke ya gelê Kurd e.
DILÊ ME LI GEL ŞERVANAN E
Lawa Xan da zanîn ku divê Kurd di nav xwe de hêza yekîtiya hevpar ava bikin û her wiha hestên xwe yên li ijî gerîlayên ku li dijî DAIŞ’ê têkoşiyan anî ziman: “Em li dijî her kesê ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê têkoşiyane rêzdar in. Em wisa hîs dikin ku parçeyek me bi wan re li çiyayan û şer e. Dilê me li gel van şervanan e.
PÊWÎSTÎ BI HÊZA PARASTINÊ HEYE
Xan bi lêv kir ku ji bo parastina jinan pêwîstî bi hêza leşkerî heye û got: “Jin divê li dijî êrîşan bisekinin. Jin di bin navê namûs û olê de tên kuştin. Ji aliyê mêran ve tên kuştin. Ji ber vê pêwîstiya jinan bi hêza parastinê heye.
KURDISTAN BI VÎ AWAYÎ DIBE YEK
Xan li ser artêşbûna YJA Starê axivî û got: “Keçên Kurd ên Amedî, Sîneyê, Qamişlo bi hev re têdikoşin. Tecrûbe û jiyana xwe parve dikin. Çandên hev ji hev re radigihînin. Li vir yekîtiya neteweyî bi hêz dibe. Artêşbûna jinan gelek girîng e. Bi vî awayî Kurdistan dibe yek parçe.
EM YJA STAR’Ê MÎNAK NÎŞAN DIDIN
Lawa Xan got ku di civînên ku pêk tînin de jî gerîlayên YJA STAR’ê mînak nîşan didin. Lawa Xan rewşa jinê jî nirxand û der barê xebatên xwe de jî wiha got: “Em ji bo ku pirgirêkên jinan ên aborî, tenduristî û çapemeniyê de xebatan dimeşînin. Li Başûr pêwîstiya jinan herî zêde bi hişmendiyê heye. Cih girtinan jinan a di rêveberî û qada aboriyê de gelek girîng e. Em li cihekî wisa dijîn divê agahiya me ji cîhanê hebe. Êdî ne dem dema ku jin di malê de rûnin.”
Xan diyar kir hêviya wê heye ku jinên Kurd wê bi hev re tevgera azadiya jinan ava bikin.