'Pêwîste kesên destê wan di enfalkirina kurdan de heyî bêne ceza kirin'
'Pêwîste kesên destê wan di enfalkirina kurdan de heyî bêne ceza kirin'
'Pêwîste kesên destê wan di enfalkirina kurdan de heyî bêne ceza kirin'
Li bajarê Hewlêrê nêzî 15 rêxistinên civakî li ber avahiya Encûmena Dadweriyê ji Hikumeta Herêmê xwestin ku tawanbarên destê wana di enfal û komkujiya Kurdan de heye werin cezakirin.
Bi wesîleya girtîna 258 kesên ku destê wan di komkujî û enfalkirina Kurdên Başûrê Kurdistanê de heye û li Kurdistanê dijîn, li ber avahiya Encûmena Dadweriyê ji aliyê 15 rêxistinên civakî ve daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Di daxuyaniyê de daxwaz hate kirin ku, pêwîste li gorî zagonên cezayê kesên ku destê wana di enfal kirina Kurdan de heye werin ceza kirin. Herwiha di daxuyaniyê de hate gotin ku, di 20’ê Adara 2007’ê de Dadgeha Bilinda Tawanan ya Iraqê biryara girtin û cezakirina kesên destê wana di komkujiya Kurdan de heye hatibû derxistin. Ji bo vê yekê ji Encûmena Dadweriyê hate xwestin ku van biryaran di demek ji ya din zûtir bîne cih, kesên tewanbar werin cezakirin û kesên bê tawan jî serbest werin berdan.
Piştî daxuyaniyê çalakvanan xwestin bi nûnerê Encûmenê Dadweriyê re hevdîtin pêkbînîn lê bi hinceta ne amadeye hevdîtin pêk nehat. Çalakvanan dan diyar kirin ku, heta tawanbar neçin ber dadgehê ew dê çalakiyên xwe bidomînin.