Pevçûnên li Tetwanê dest pê kir
Pevçûnên li Tetwanê dest pê kir
Pevçûnên li Tetwanê dest pê kir
Li navçeya Tetwana Bedlîsê, polîsan êrîşê çalakiya bi armanca protestokirina komploya 9’ê Cotmehê kir û di encamê de pevçûn dest pê kirin.
Li navçeya Bedlîs Tetwanê, bi pêşengiya Rêxistina Navçeyê ya DBP’ê çalakiyek protestoyî hate lidarxistin. Piştî polîsan êrîşê girseya gel kir, pevçûnên li navçeyê dest pê kirin. Pevçûnên li navçeyê li ser Cadeya Cumhuriyetê berdewam dikin.
Li aliyeke din, sê kesên ku duh bi şev di encama pevçûnan de hatibûn binçavkirin, piştî sewqî dadgehê hatin kirin, hatin girtin.