Pevçûnên li rojhilatê Kobanê dewam dikin

Pevçûnên li rojhilatê Kobanê dewam dikin

Di roja 22. a berxwedana YPG/YPJ'ê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê de, li taxên rojhilatê Kobanê pevçûn dewam dikin. Di şerê li vir de bi giranî çekên ferdî tên bikaranîn. Li gundê Etmanek ê di bin gefa DAIŞ'ê de ye, bêdengî heye.

Li Kobanê ku DAIŞ bi çekên giran û hêzên teqwiye êrîş dike, şer li eniya rojhilat giran bûye. Pevçûnên li taxên aliyê rojhilat ê Kobanê, ji gundê Etmanekê bi hêsanî tê dîtin. Di şerê li vir de bi giranî çekên ferdî tên bikaranîn. Hewldanên çeteyên DAIŞ'ê ên dorpêçkirina bajêr, hatin rawestandin.

Di vê navberê de bi nêz û dijwarbûna pevçûnan re, li gundê Etmanek ê li rojhilatê Kobanê bêdengî heye. Gundiyên ku malên xwe neterikandine jî, nikarin bi hêsanî di nava gund de tevbigerin. Fîşekên li gund dikevin jî her diçe zêde dibin. Jİ ber vê yekê gundiyên ku dixwazin ji malekê derbasî malekê bibin, neçarin di ber dîwêr re derbas bibin. Tevî ku fîşek û topên DAIŞ'ê li aliyê Tirkiyeyê dikevin jî, Tirkiye hînê lê temaşe dike.