Pevçûnên li Qoserê didomin

Pevçûnên li Qoserê didomin

Li navçeya Qoser a Mêrdînê ku polîsan êrîşî meşa ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ kir û li ser vê pevçûnan rû da li navenda sûkê dikan hatin girtin.

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ bi sedan kesên hatin gel hev rastî êrîşa polîsan hatin. Pevçûnên ji ber êrîşên çeteyan rû dan ev 3 saetên ku didomin li navenda navçeyê belav bûn.

Li navenda sûkê ku dikandaran dikanên xwe girtin, hat xwestin hin bank jî bên şewitandin.

Polîs ku bi awayekî bêserûber bombeyên gazê bi kar tîne gelek bombeyên gaza îsotan ketin şaneşînên malan.

Endamekî YDG-H’î yê nexwest navê xwe aşkera bike diyar kir ku pêwîst e mirov pişrgiriyê bide Kobanê û wiha axivî: “Heta êrîşên li hember Kobanê ranewestin em ê çalakiyên xwe bidomînin. Êrîşa li hember Kobanê li hember hemû gelê Kurd pêk hatiye. Di vê çarçoveyê de em bang li ciwanan dikin da ku dakevin kolanan.”

Pevçûnên bi êrîşên polîsan destpê kirin didomin.