Pevçûnên li Miştenûrê dîsa dijwar bûn
Pevçûnên li Miştenûrê dîsa dijwar bûn
Pevçûnên li Miştenûrê dîsa dijwar bûn
Pevçûnên duh, piştî êrîşa bi çekên giran a çeteyên DAIŞ’ê, li girê Miştenûrê yê Kobanê dest pê kiribûn, careke din dijwar bûn.
Di van rojên dawiyê de, pevçûn li derdora bajarê Kobanê dijwar dibin. Pevçûnên li her sê eniyan berdewam dikin, li aliyeke din jî çete bi çekên giran êrîşê Girê Miştenûrê dikin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê, di daxuyaniya îro dabû de diyar kir ku êrîşên ji çar aliyan ve pêk hatin, hatin şkandin û çeteyan vê sibê careke din êrîşê gir kirin.
Li gorî agahiyê ji çavkaniyên YPG’ê hatine wergirtin, pevçûnên li Girê Miştenûr ê li rojhilat, ji nû ve dijwar bûn.
Derbarê pevçûnên li herêmê de daxuyaniyeke berfireh nehatiye dayin.