Pevçûnên li Kopê didomin

Pevçûnên li Kopê didomin

Li navçeya Kopê ya Mûşê bi sedan kesên ku di saetên êvarî de li ber avahiya DBP’ê ya navçeyê kom bûn, ji Cadeya Înonu ber bi Rêya Mûş-Kop ve bi dirûşmaya, “Her cih Kobanê her cih berxwedan” meşiyan.

Welatiyên Rêya Mûş-Kopê bi bendan li çûnûhatinê girtin, rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê û ava şid hatin. Welatiyan jî bi kevir, Molotof û fîşekên hewayî bersiv dan polîsan.

Pevçûn ku di demeke kurt de li tevayî taxê belav bû, wesayîteke di hundirê Lîseya Çok Programli ya Kopê de hat şewitandin.

Li navçeyê cih bi cih pevçûn didomin.