Pevçûnên li Kobanê ji nû ve dijwar bûn

Pevçûnên li Kobanê ji nû ve dijwar bûn

Şer û pevçûnên dijwar ên li Kobanê ku kete roja 24’emîn, ji saetên êvarê ve careke din dijwar bûn.

Hate ragihandin ku çeteyan bi taybet ji Til Ebyad, Mincib û Reqqayê hêza teqwiye şandine Kobanê.  Hate diyarkirin ku bi taybet li eniyên başûr û rojhilatê başûr pevçûnên dijwar diqewimin.

Li gorî hin agahiyan, çeteyan Deriyê Sînor ê Mûrşîtpinarê jî kirine hedef.

SIVÎL BI KOMKUJIYÊ RE RÛ BI RÛ NE

Ji ber hedefgirtina Dersiyê Sînor ê Murşîtpinarê, gelê sivîl ê li Kobanê bi komkujiyan re rû bi rû ye.

YPG’ê duh bi daxuyaniyekê da bû zanîn ku li bajêr bi hezaran sivîl hene û ji aliyê şervanên YPG’ê ve tên parastin.