Pevçûnên li Efrînê dîsa destpê kirin
Pevçûnên li Efrînê dîsa destpê kirin
Pevçûnên li Efrînê dîsa destpê kirin
Li gundê Bênê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya bajarê Efrînê di navbera hêzên YPG'ê û komên çekdar de pevçun derket.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, li derdora gundê Bênê di navbera hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û komên çekdar de pevçûn derket. Hate ragihandin ku pevçûnên îro destpê kirine hîn didomin. Derbarê pevçûnan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Li bejahiya navçeya Şêrawa û gundên Ziyaret, Aqîbê, Basilê, Meereskê û Bênê yên girêdayî navçeyê ji 25'ê Gulanê ve bi êrîşên komên çekdar re pevçûnan rû dabû. Di pevçûnên ku di navbera YPG'ê û komên çekdar de heta 14'ê Hezîrên dom kirin de zêdetirî 80 endamên komên çekdar hatibûn kuştin, 11 endamên YPG'ê jî jiyana xwe ji dest dabûn. Ev 3 rojbûn li herêmê pevçûn rawestiyabûn.