Pevçûnên li dora Kobanê bi dijwarî dewam dikin

Pevçûnên li dora Kobanê bi dijwarî dewam dikin

Çeteyên DAIŞ'ê ji başûr û rojhilatê Kobanê êrîş kirin derbeyên giran ji şervanên YPG'ê ve xwarin. Li gundê Menazê jî YPG'ê li dijî çeteyan çalakiyek lidar xistin.

Li gorî agahiyên nûçegîhana ANHA ya herêma Kobanê ragihand, şevê din çeteyên DAIŞ'ê li taxa Kaniya Kurdan a li rojhilatê bajarê Kobanê êrîş kirine û rastî bersivdayîna şervanên YPG'ê hatin. Di şer û pevçûnên li taxê derketin de gelek çete hatin kuştin û birîndar bûn.

Çeteyên DAIŞ'ê ji paş Qada Azadî jî êrîş kirin û di encama bersivdayîn şervanên YPG'ê de şer derketin û çeteyan derbeyên giran xwarin, lê tu agahiyên girêdayî hejmara kuştiyan de nehatine bidestxistin.

Şervanên YPG'ê li gundê Menazê yê rojavayê herêma Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê çalakiyek lidar xistin. Heta niha aghiyên zelal nehatin bidestxistin.

Çeteyên DAIŞ'ê li aliyê başûrê bajarê Kobanê jî sekvanên xwe danîne û carcaran hewl didin ku li hemberî welatiyên sivîl sûîkastan bikin.