Pevçûnên li Çelê berdewam dikin

Pevçûnên li Çelê berdewam dikin

L Çelê pevçûnên piştî xwepêşandan bi armanca şermezarkirina êrîşên DAIŞ ên li ser Kobanê dest pê kiribû, berdewam dikin.

Li navçeya Colemêrg Çelê, bi pêşengiya Rêxistina Navçeyê ya DBP’ê çalakiyek hate lidarxistin.  Piştî polîsan mudaxeleyê meşê kir, pevçûn dest pê kirin. Hate ragihandin ku pevçûn berdewam dikin.

Bi hezaran kesên daketin qadan, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin û dirûşimên weke “Bijî YPG” û “Bijî Serok Apo” diqîrin. Ciwananên ku çalakiya xwe  ya rûniştinê bi dirûşiman bi dawî kirin. Ciwanan piştî çalakiyê agir berdan PTT û avahiya Banka Ziraatê.

Ciwanan bi kevir, molotof û fîşekan êrîşê avahiyên dewletê kirin. Pevçûn berdewam dikin.