Pevçûnên li Çelaxa dîdomîn

Pevçûnên li Çelaxa dîdomîn

Li herêma Çelaxa pevçûnên di navbera hêzên YPG’ê û  komên çete ku di nav de partiyên Kurd ên wekî El-Partî, Azadî û Teyar Musteqbel jî hene, di roja 4’an de didomin. Di pevçûnan de êrîşkaran gelek windahî dan û şervanekî YPG’ê jî jiyana xwe ji dest da.

Li herêma Çelaxa pevçûnên ku di 16’ê tîrmehê de bi êrîşên komên wekî Dewleta Îslamî ya Iraq û Biladî Şam ku di nav de Cephet El-Nusra jî heye û girêdayî El-Qaîdeyê ye destpê kiribûn didomin. Pevçûnên ku di navbera van komên çete û hêzên YPG’ê de derketin, li gundên Elî Axa, Til Elo, Girhok û Xirab Bajar di roja 4’an de dom dikin. Hate ragihandin ku, di pevçûnên duh de komên êrîşkar gelek windahî dane, lê ji ber ku kuştî û birîndarên xwe dibin aliyê Til Koçer a dibin kontrola wan de ye, derbarê encaman de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Di pevçûnên şevê din de şervanê YPG’ê Delîl Mişel Emîn ê ji bajarê Qamişlo jî li nêzî gundê Xirab Bajar jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Emîn birin bajarê Qamişlo û wê îro li gel cenazeyên şervanê YPG’ê Şiyar Qamişlo ku li Tiltemir jiyana xwe ji dest da û Murat Qamişlo ku li Çelaxa jiyana xwe ji dest dabû bi merasîmekê bê definkirin.

Hate hînbûn ku, di nava êrîşkaran de hinek komên ji kurdan pêk tên ên wekî komên bi navê Selahaddîn û Mala Birhik ku kesê bi navê Xêredîn Birhik pêşengiya wan dike yên girêdayî El-Partî, koma Mişel a girêdayî Teyar Musteqbel jî hene.

Duh çavkaniyekî pêbawer gotibû ku komên bi navê Ehrar El-Şam, Qee Qa û Mala Berhik ên girêdayî El-Parti ku Hekîm Beşar serokatiya wê dike, Ketîba Selahaddin a girêdayî Partiya Azadî, Meşel Temo ya girêdayî Partiya Teyar El-Musteqbel, Dewleta Îslamî ya Iraq û Bilad El-Şam û Cephet El Nusra, li herêma Til Koçer civînek veşartî lidar xistine. Heman çavkanî diyar kiribû ku, civîn 2 roj beriya êrîşan hatiye lidarxistin û biryar hatiye girtin ku di nava 24 saetan de herêma Rimêlanê bê bidestxistin.