Pevçûn li Wanê didomin

Pevçûn li Wanê didomin

Li gelek taxên Wanê çalakiyên ji bo piştgiriya Kobanê berdewam dikin.

Piştî êrîşên DAIŞ'ê yên li hember Kobanê zêde bûn û gundên ser sînor ji aliyê leşkeran ve hatin valakirin, li Wanê çalakiyên ku di saetên êvarî de destpê kirin hê didomin.

Li taxên Xaçort, Garaja Şaredariyê Şabaniye, Akkopru, Yenîmahalle, Suphan Cumhuriyet û Mereşê çalakiyên girseyî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de polîsan bi bombeyên gazê, ava şid û guleyên plastîk mudaxaleyî çalakvanan kir. Çalakvanan jî bi molotof û keviran bersiv dan polîsan.

Li Sûka Misirê jî dikanek ku hat gotin aîdî sempatîzanekî çeteyên DAIŞ'ê ye hat şewitandin.

Dîsa gelek marketên BÎM û A101'ê rastî êrîşên bi keviran hatin. Li Kolana Cumhuriyetê girsê kamerayên MOBESE şikandin. Li taxên Xaçort, Akkopru, Şabaniyê jî çalakî didomin.