Pêşmergeyên kevin amadene piştgiriya Rojava bikin
Pêşmergeyên kevin amadene piştgiriya Rojava bikin
Pêşmergeyên kevin amadene piştgiriya Rojava bikin
Encûmen û komeleya pêşmergeyên kevin, bi daxuyaniyekê êrîşên komên çete yên li dijî Rojavayê Kurdisatnê û hêzên veşartî yên li pişt van êrîşan şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku weke pêşmergeyên kevin, ew amade ne piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bikin.
Komeleya pêşmergeyên kevin ên Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK) daxuyaniyek da qenala televîzyonê Gelê Kurdistan û diyar kir ku hemû pêşmergeyên kevin amade ne li gel çekên xwe piştgiriya Rojavayê Kurdistanê û yekîneyên YPG bikin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew dixwazin li pêşberî wan çeteyên dixwazin xwîna Kurdan birijînin rawestin û rê nedin wan.
Pêşmergeyên kevin di daxuyaniya xwe de ragihandin ku ew amadene hemû mal û milkên xwe ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê bikar bînin û di heman demê de jî hişyarî dan wan grubên girêdayî çekdarên Eniya El Nûsra, dewleta Îslamiya Êraqê, Bîladî Şamî girêdayî Elqaîdê, hemû ew kes û aliyên dixwazin dest dirêjî Rojavayê Kurdistanê biken ku ewê rê nedin wan. Daxuyaniyê weha dewam kir; “ bila terorîst û komploger baş bizanin ku ew fedekarên Rojavayê Kurdistanê ne bi tenê ne. Em jî amade ne ji bo li hember teror û komployên wan şer bikin û di vê rêde emê hemû mal û milkê xwe jî bidîn.”
Weke din jî ragehandin ku; “ bila terorîst hesaba me jî biken û li ew kiryarên xwe yên bê olî û ji dervey mirovahiyê dest jê berdin, nexwa piştî agahdariyê wê rê ji bo çi tiştî ne yête dayîn.”