'Pêşeroja gelê Asûrî, Suryanî, Keldanî di berxwedana Kobanê de ye'
'Pêşeroja gelê Asûrî, Suryanî, Keldanî di berxwedana Kobanê de ye'
'Pêşeroja gelê Asûrî, Suryanî, Keldanî di berxwedana Kobanê de ye'
PGDM di daxuyaniya xwe ya li ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê û berxwedana Kobanê de got, "Divê gelê Asûrî, Suryanî, Keldanî pêşeroja xwe di berxwedana Kobanê de bibîne û bi vê têgihiştinê xwedî lê derkeve. Yekîtiya li dijî zilmê, nivîsandina dîroka bi rûmet e."
Partiya Guhertina Demokratîk a Mezpotamyayê (PGDM), li ser navê gerlê Asûrî, Suryanî û Keldanî, berxwedana Kobanê û hemû derdorên di vê berxwedanê de cih digirin, silav kir.
PGDM diyar kir ku di rastiya Rojhilata Navîn de, modernîteya kapîstalîst, paşverûtiya herêmî û nokerên herêmê ev sed sal in, qikrina gelan, çandan û baweriyan dikin û got, "Eger berxwedana şoreşgerî ya PYD, YPG û YPJ'ê nebûya, wê modernîteya kapîtalîst, paşverûtiya herêmî û sîstemên wan ên nokerên herêmî careke din li gorî dilê xwe herêm dîzayn bikira."
PGDM destnîşan kir ku yên li pêşberî vê hovîtiya li Kobanê diqewime bêdeng in, derdorên weke AKP'ê yên destekê didin, hevparên vê hovîtiyê ne û ev xal destnîşan kir:
"Li xaka dîrok lê afirî, berxwedana Kobanê ya bi rûmet, dîroka bi rûmet a gelan ji nû ve bi lehengiyeke mezin dinivîsîne. Kobanê, li dijî modernîteya kapîtalîst, paşverûtiya herêmî, nokeriya herêmî û fondemantalîmzê, tê wateya alternastîfa çareseriya demokratîk. Lewma parastina berxwedana bi rûmet a Kobanê li her cihî, wezîfeya dîrokî ya hemû gelên bindest, bawerî, çand, alîgirên şaristanî û demokrasiyê ye. Dîrokê yekemcar derfet nas kiriye ku hemû bindest, di oxir heman armancê de bên cem hev. Ev derfet ji ber xwe ve derneketiye holê, encama berxwedana bênavber a Têkoşîna Azadiyê ya Kurd e!
Weke PGDM em destnîşan dikin ku em di nava vê berxwedanê de ne, em vê berxwedanê weke pêşeroja gelan dibînin û bi vê têgihiştinê dibêjin ku divê hemû rêhevalên me li her qadên lê ne, bi vê helwestê nêzî pêvajoyê bibin!"
PGDM da xuyakirin divê gelê Asûrî, Suryanî, Keldanî pêşeroja xwe di berxwedana Kobanê de bibîne û got, "Yekîtiya li dijî zilmê, nivîsandina dîroka bi rûmet e."
PGDM bang li raya giştî ya cîhanê kir ku li dijî DAIŞ a hewl dide mirovahiyê tine bike dest bi pêkanînan bike, zextê li welatên piştgiriyê didin DAIŞ'ê yên weke hikûmeta AKP, Qatar, Erebîstana Siûdî bike û destekê bide PYD, YPG û YPJ ên di nava şerê bi rûmet de ne.