Pêşbaziya xweşikiyê ya ku dê li Amedê pêk bihata betal bû

Pêşbaziya xweşikiyê ya ku dê li Amedê pêk bihata betal bû

Li Amedê pêşbaziya Qiralîçeya Şaristaniyên Cîhanê (Miss Civilization of the World) ku dihat plankirin li Amedê pêk bê, ji ber nerazîbûnên sazî û komeleyên muhafezekar hate betalkirin.

Pêşbazî dê bi beşdariya 22 jinên xweşik ên ji 21 welatan roja 7’ê Nîsanê li Amedê pêk bihata. Lê ji ber nerazîbûnên sazî û komeleyên muhafezekar hate betalkirin.

Hate diyarkirin ku ji ber ku pêşbazî li rastî Hefteya Rojbûna Pîroz hatiye, hatiye betalkirin.