Penaberên Kobanê li benda alîkariyê ne
Penaberên Kobanê li benda alîkariyê ne
Penaberên Kobanê li benda alîkariyê ne
Kobaniyên li bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê ne li benda alîkariyê ne.
Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Kobanê kirin şûnde di rojên dawî de gelek Rojavayiyan koçî bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê kirin û di kampê de hatin bicihkirin. Rojavayî di nava şert û mercên dijwar de dijîn û Kobaniyên derbasî Bakurê Kurdistanê bûn, ji wir jî derbasî Silêmaniyê bûn. Penaber li vir li kampa Erbet hatin bicihkirin. Berdevkê kampa Erbet Emer Elî Ehmet ji RojNewsê re axivî û diyar kir ku rewşa kesên nû ji Kobanê hatine qet ne baş e û banga alîkariyê li saziyên navneteweyî kir.