PCF li Nantesê namzetên xwe da nasîn

Li bajarê Nantes ê Fransayê, Partiya Komunîst namzetên xwe da nasîn. Di nava namzetan de Seroka Komeleya Jinê ya Zîn Gulasor Ûzûnpinar jî heye.

Li bajarê Nantes ê Fransayê, Partiya Komunîst namzetên xwe da nasîn. Di nava namzetan de Seroka Komeleya Jinê ya Zîn Gulasor Ûzûnpinar jî heye.

Partiya Komunîst a Fransayê, li bajarê Fransa Nantesê namzetên xwe da nasîn. Civîna danasîna namzetan rastî eleqeyeke xurt a Kurdistaniyan hat. Namzeta parlamenteriyê Gulasaor Ûzûnpinar li civînê axivî û anî ziman ku Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ji aliyê AKP'ê ve hatiye qetilkirin û bibîr xist ku li Kurdistanê her roj heye. Ûzûnpinar bal kişand ser qedexeya derketina derve û ragihand ku hikûmeta şer a AKP'ê ji bo qetilkirina Kurdan di nava tevgerê de ye.

Ûzûnpinar da xuyakirin ku divê Fransa li pêşberî şerê li Kurdistanê nebe temaşekir û ji Kurdistaniyên welatiyên Fransayê yên li Nantesê dijîn xwest dengê xwe bi kar bînin û bidin Partiya Komunîst. Civîna danasîna namzetan li ber stranên Kurdî û Fransî bi dawî bû.