Pasdarên Îranê kesek qetilkir
Pasdarên Îranê kesek qetilkir
Pasdarên Îranê kesek qetilkir
Leşkerên Îranê li Gola Xanê ya girêdayî Çaldiranê gundiyek qetil kir. Tê gotin ku, cerdevanan li herêmên Berê û Kavzanê yên girêdayî bajarê Ûrmiyeya Rojhilatê Kurdistanê kemîn avêtine.
Çavkaniyên herêmî dane diyarkirin ku, leşkerên Îranê li nêzî gundê Gola Xanê ya ser bi Çaldiranê ve 19’ê Tîrmehê kemîn avêtine. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku, leşkerên ku welatiyên sivîl gule baran kirin, Elî Behzî qetilkirine û aşkera kir ku, di gulebaranê de Paş Mehmût Pûr, Mehmût Mehmût Pûr û Hesen Mehmût Pûr birîndar bûne.
Hate hînbûn ku, li derdora gundên Berê û Kavzanê yên ser bi bajarê Ûrmiyeya Rojhilatê Kurdistanê cerdevana kemîn avêtine. Hate hînbûn ku, kemîn avêtina cerdevanan didome.