Partiya Sosyalîst a Swîsreyê ji bo Kobanê bang kir
Partiya Sosyalîst a Swîsreyê ji bo Kobanê bang kir
Partiya Sosyalîst a Swîsreyê ji bo Kobanê bang kir
Partiya Sosyalîst a Swîsreyê (SP) êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê şermezar kir û xwest li Tirkiye, Qatar û Erebîstana Siûdî yên destekê didin DAIŞ'ê zext bê kirin. SP diyar kir ku her sê welat yekser yan jî neyekser alîkariya leşkerî û lojîstîk didin DAIŞ'ê.
Partiya Sosyalîst a Swîsreyê (SP) der barê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û berxwedana Kobanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. SP bibîr xist ku hikûmeta Swîsre pêkanînên li derveyî mirovahiyê yên DAIŞ'ê weke qirkirinê pênase dike û ev xal destnîşan kir:
"Divê li Tirkiye, Qatar û Erebîstana Siûdî yên yekser yan jî sergirtî destekê didin DAIŞ'ê zext bê kirin. Her wiha pêwîste Tirkiye sînorên xwe li tevahiya hêzên Kurd ên dixwazin tevlî parastina Kobanê bibin, veke. Divê Swîsre destê alîkariya însanî dirêjî penaberan bike.
Divê muzakereyên aştiyê yên hikûmeta Tirk bi lêderê Kurd Abdullah Ocalan re daye destpêkirin, bênavber dewam bikin. Di serî de Kurd divê mafên hemû hindikahiyên etnîkî û olî bê dayîn, ev maf jî bi destûra bingehîn bên ewlekirin."