Parlamentoya Başûr: Divê Rojava bikare li Hewlêr nûnertiya xwe veke

Parlamentoya Başûr: Divê Rojava bikare li Hewlêr nûnertiya xwe veke

Serokê Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê Yusuf Mihemed diyar kir parlamentoyê berpirsiyartiya dikeve ser milê xwe bicih aniye û got ku divê rêveberiyên xweser ên kantonên Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê nûnertiya xwe vekin.

Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Yusuf Mihemed di daxuyaniya dayî de wiha got: “Weke welatên din ên sefaretxaneyên wan li Herêma Kurdistanê hene, divê Rêveberiyên  Xweser ên Kantonên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê nûnertiya xwe vekin.”

Mihemed diyar kir biryarên ji parlamentoyê hatin xwestin hatin dayîn û divê vê mijarê de gavên berbiçav bên avêtin.

Parlamentoya Başûrê Kurdistanê 15’ê Cotmehê di rûniştineke awerte de biryara ku têkiliyên xwe yên bi Rojava re berfireh bikin girtibû. Di biryara bi dengê 79 parlamenteran hat qebûlkirin meclîsê ji Hikûmeta Federal a Kurdistanê xwest ku têkiliyên xwe yên bi rêveberiya Rojava re pêş bixe.