Parlamenterên Başûrê Kurdistanê li ber deriyê Kobanê ne

Parlamenterên Başûrê Kurdistanê li ber deriyê Kobanê ne

10 parlamenterên ji Herêma Kurdistana Federal hatin Pirsûsê xwestin derbasî Kobanê bibin lê rastî astengiya leşkeran hatin.

Li gorî agahiyên nûçegihanê ANF'ê yê li herêmê ragihand, 10 parlamenterên ji Başûrê Kurdistanê dema xwestin derbasî Kobanê bibin, li herêma nêzî deriyê sînor a weke herêma leşkerî hatiye ragihandin, hatin astengkirin. Destûr ji parlamenteran re nayê dayîn ku derbas bibin. Sekna parlamenteran dewam dike.

Navên di heyeta parlamenterên ji Başûrê Kurdistanê de cih digirin ev e: Amîna Zîkrî (PDK), Seîd Masîfî (YNK), Aydin Marûf (Eniya Tirkmen), Mehmûd Omer (Goran); Abdûrrahman Faris Ebû Karwan (Hizbî Şûî), Ebûbekir Helednî (Yekgirtû Îslamî), Soran Emer (Komala Îslamî), Yerwand Nîsan (Parlamenterê Ermenî), Şîwan Keledzey (Bizûtnewey Îslamî), Baper Kamla Slmena (Partiya Karkerên Rezdarên Kurdistan)