Parlamenta Îngilîstanê êrîşên hewayî yên li dijî DAIŞ'ê erê kir
Parlamenta Înglîstanê, pêşnûmeya ku destûrê dide êrîşên hewayî yên li hemberî DAIŞ'ê, qebûl kir.
Parlamenta Înglîstanê, pêşnûmeya ku destûrê dide êrîşên hewayî yên li hemberî DAIŞ'ê, qebûl kir.
Parlamenta Îngilîstanê, pêşnûmeya ku destûrê dide êrîşên hewayî yên li hemberî DAIŞ'ê yên li Sûriyeyê, qebûl kir.
Tevî gelek xwepêşandanên protestoyî yên rojên dawî, di dengdayîna li baskê jêrîn ê parlamentê Kamara Avamê de, 397 dengên 'erê' û 223 dengên 'na' hatin bikaranîn. Tê gotin ku bi qasî 65 parlamenterên Partiay Karker (Laboûr) a li mûxalefetê, tevî biryara partiyê jî destek dane hikûmetê û dengê 'erê' bi kar aniye.
Bi vê dengdayînê re, ji bo bombekirina DAIŞ'ê li Sûriyeyê, êdî astengî li pêşiya hikûmeta Îngilîstanê nema. Li hemberî biryara bomberdûmana hewayî ya li Sûriyeyê, li paytext Londonê xwepêşandan hatibûn lidarxistin.