Parêzerên Xetîb Dîcle daxwaza serbest berdanê kirin

Parêzerên Xetîb Dîcle daxwaza serbest berdanê kirin

 

Parêzerên parlementerê berê yê DEP’a hatî kirin Xetîb Dîcle û ji doza bingehîn ya ‘KCK’ê’ tê darezandin, piştî guhertinên zagonî, balkişandin ser girtina dem dirêj û daxwaza serbest berdana muwekilê xwe.

Li gorî agahiyên ku hatine bidest xistin, parêzeran ji bo serbest berdana Dîcle ku li 6’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê tê darezandin serlêdan kir. Parêzerên Dîcle di daxwaznameya xwe de balkişandin ser girtina demdirêj û dan diyarkirin ku, muwekilê wan ev 4.5 sale biawayek bê hiqûq li girtîgehê tê girtin. Hate diyarkirin ku, Heyeta 6’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê ji bo daxwaznameya parêzeran binirxîne kombûn. Çav lê ye ku heyeta dadgehê biryara derbarê daxwaza serbestberdanê de di demjimêrên şevê de bide.