Organîzatorê komkujiya Parîsê çima çû Stenbolê?
Derket holê ku Abdelhemîd Abaaoud ê ji aliyê rayedarên Fransî ve hat diyarkirin ku organîzatorê komkujiya Parîsê ye meha Çileyê çûye Stenbolê.
Derket holê ku Abdelhemîd Abaaoud ê ji aliyê rayedarên Fransî ve hat diyarkirin ku organîzatorê komkujiya Parîsê ye meha Çileyê çûye Stenbolê.
Abdelhemîd Abaaoud ê ji aliyê rayedarên Fransî ve hat diyarkirin ku organîzatorê komkujiya Parîsê ye, duh di operasyoneke Parîsê de hatibû kuştin.
Wezîrê Karên Hundir ê Fransa Bernard Cazeneûve yê têkildarî mijarê îro daxuyaniyeke çapemeniyê da, diyar kir ku tê texmînkirin ku ji şeş êrîşên ji mehên biharê heta niha hatine astengkirin ev kes li pişt 4 êrîşan e.
Li aliyê din derket holê Abaaoud beriya êrîşên mijara behsa wan tê kirin di meha Çileyê de çûye Stenbolê û hatiye.
Wezîrê Karên Derve yê Fransa Cazeneûve, di daxuyaniya ku beriya civîna taybet a bi Wezîrên Karên Hundir û yên Edaletê yên Ewropa re, diyar kir ku Abaaoud dibe ku yek ji berpirsên êrîşa di dawiya meha Tebaxê de li sînorê Belçîka-Fransa dihat xwestin li hember trena Thaly bê lidarxistin be. Wezîr anî ziman ku mimkun e kesê li pişt êrîşên dihat plankirin li hember du dêrên li başûrê Parîsê bên lidarxistin jî Abaaoud hebe.
ORGANÎZATORÊ KOMKUJIYÊ ÇÛYE STENBOLÊ
Li gel vê li gor agahiyên polîsan, çeteyê DAIŞ’ê Abdelhemîd Abaaoud Çileya Bihurî ji Balafirgeha Koln-Bonn çûye Stenbolê.