Oremar careke din hate topbarankirin

Oremar careke din hate topbarankirin

Li rexmî ku gêrîlayan agirbest îlan kiriye jî êrîşên artêşa Tirk didomin. Hate ragihandin ku, herêmên Oremar bi obîs û hawana têne topbaran kirin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) têkildarî êrîşan daxuyaniyek da û ragihand ku, “9’ê Nîsanê di navbera demjimêrên 16.00 û 17.00’an de artêşa Tirk ya dagirker li dijî herêma Şehîd Gafûr ya di nav herêma Oremar ya ser bi navçeya Gevera Colemêrgê de bi obîs û hawana hat topbaran kirin.”