Operasyona YPG'ê ya li derdora Serêkaniyê dewam dike
Operasyona YPG'ê ya li derdora Serêkaniyê dewam dike
Operasyona YPG'ê ya li derdora Serêkaniyê dewam dike
Di operasyona YPG'ê ya li başûr û başûrrojavayê Serêkaniyê de 3 wesayîtên çeteyan, bi çeteyên tê de hatin îmhakirin û li komeke çeteyan derbek giran hat xistin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku operasyona YPG'ê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê li başûr û başûrrojavayê Serêkaniyê hat destpêkirin, dewam dike.
Navenda Çapemeniyê diyar kir ku di çarçoveya operasyonê de li gundê resim El Hacir û derdora wê pevçûnên dijwar qewimîne.
Di daxuyaniyê de hat gotin; "Hêzên me duh êvarê li derdora vî gundî 3 wesayîtên çeteyan îmhakirin. Her wiha çeteyên li hev kom bibûn hedef girtin û derb li wan dan. Hejmara kuştî û birîndarên wan nehat tesbîtkirin."