Operasyona Serêkaniyê dewam dike: 4 çete hatin kuştin
Operasyona Serêkaniyê dewam dike: 4 çete hatin kuştin
Operasyona Serêkaniyê dewam dike: 4 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku di operasyona li Serêkaniyê de, duh bi şev herî kêm 4 çete hatine kuştin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku operasyona li rojava û başûrrojavayê Serêkaniyê dewam dike.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hêzên me li ser xeta sînor koma çete kirine kemînê û çalakî pêk anîn. Di heman wextê de çeperên çeteyan bi doçkayan hatine hedef girtin. Li Rawiya û derdorê jî çeperên çeteyan hatine hedef girtin. Di van çalakiyan de qasî ku şervanên me tespît kirine herî kêm 4 çete hatine kuştin."