Operasyona Ramadî didome
Hêzên hikûmetê hêvî dike ku di nava çend rojan de bajarê Ramadî yê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin, rizgar bikin.
Hêzên hikûmetê hêvî dike ku di nava çend rojan de bajarê Ramadî yê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin, rizgar bikin.
Operasyona artêşa Iraqê ya li Ramadî dewam dike. Hêzên hikûmetê hêvî dike ku di nava çend rojan de bajarê Ramadî yê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin, rizgar bikin.
Fermandarê Hêzên Bejahî yên Iraqê General Osman El Ganemî got, "Eger Ramadî bikeve destê artêşê, ev yek wê piştî Tîkrîtê bibe duyemîn mezintirîn bajarê hatiye rizgarkirin." General El Ganemî ji qenala televîzyona Iraqê re peyivî û got, "Di rojên pêş de em ê Ramadî bi temamî azad bikin."
Hêzên Iraqê di sibeha Sêşemê de li hemberî Ramadî dest bi operasyonê kiribûn. Yekîneyên artêşê di nava bajêr de ber bi taxa dawî ya di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de ye, her bi pêş de diçin.
Bajarê Ramadî yê li qiraxa Çemê Firatê, 100 kîlometre li başûrê Bexdayê ye. Bajar ji meha Gulanê û vir ve di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de ye.