Operasyona li Serêkaniyê dewam e: 11 çete hatin kuştin

Operasyona li Serêkaniyê dewam e: 11 çete hatin kuştin

Di çarçoveya operasyona YPG/YPJ'ê ya li dora Serêkaniyê de duh bi şev 3 wesayîtên çeteyan hatin rûxandin û 11 çete hatin kuştin.

Li gel berxwedana YPG/YPJ'ê ya li Kobanê, operasyona li rojava û başûrrojavayê Serêkaniyê di 11'ê Cotmehê de hat destpêkirin, dewam dike.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku duh bi şev li nêzî Dehmayê li hemberî çeteyan çalakiyeke berfireh hatiye lidarxistin. 

Li gorî daxuyaniyê di vê çalakiyê de 3 wesayît tevî çeteyên tê de hatine rûxandin. Hat ragihandin ku herî kêm 11 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.