Operasyona li Serêkaniyê dewam dike: 19 çete hatin kuştin

Operasyona li Serêkaniyê dewam dike: 19 çete hatin kuştin

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku operasyona li Serêkaniyê dewam dike û ji duh bi şev û vir ve 19 çete hatine kuştin. Li Cezaayê jî 2 çete hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku operasyona li rojava û başûrrojavayê Serêkaniyê beriya 2 rojan hat destpêkirin, dewam dike.

Hat ragihandin ku di çarçoveya operasyonê de di navbera Dehma û Rawiya de wesayîteke çeteyan tevî çeteyên tê de hat rûxandin.

Di vê der barê de ev agahî hatin dayîn: "

"Hêzên me derb li çeteyên ku xwestin ji Dehma û ser xeta sînor êrîş bikin xistin. Li vê herêmê jî wesayîtek çeteyan tevî çeteyên tê de hat îmhakirin. Hêzên me duh bi şev jî li nuqteya ku çete lê hebûn êrîşek pêk anîn û ev der hat îmhakirin. Danê vê sibê li Dehma û xeta ser sînor û di navbera Dehma-Rawiya de şerê derketiye dewam dike. Di şerên hat jiyîn de giştî 19 kuştiyên çeteyan hat tespîtkirin."

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê her wiha ragihand ku duh ber êvarê li başûrrojhilatê Cezaa gundê Cideydê, li dijî çeteyan êrîşek hatiye kirin, di encamê de wesayîta kar a çeteyan hatiye îmhakirin, 2 çete hatine kuştin, 4 çete jî birîndar bûne.
3- Hêzên me doh ber êvarî li başûr-rojhilatê Cezaa li gundê Cideyde li dijî çeteyan êrîşek pêk anîn. Di vê êrîşê de wesayîtek kar a çeteyan hat îmhakirin, 2 çete hat kuştin û 4 çete jî birîndar bûn.