Oldaran êrîşên bi navê Îslamî şermezar kir
Oldaran êrîşên bi navê Îslamî şermezar kir
Oldaran êrîşên bi navê Îslamî şermezar kir
Oldarên Dêrikê fitwên şêxên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam û Eniya El-Nusra ku kuştina Kurdan û desteserkirina mal û namûsa wan helal dike, şermezar kir û diyar kirin ku Îslam ji kiryarên van dûr e.
Têkildarî mijarên oldarên bajarê Dêrikê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de êrîşên komên çekdar hate şermezarkirin û wek kiryarên li dijî ola Îslamî û nirxên mirovahiyê hatin binakirin.
Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di dirûşmayên cîhadê yên Hezretî Muhemmed de tê gotin pîr, jin û zarokan nekujin û daran jî neşewitînin. Tu carî Îslamê banga êrîşan li dijî welatiyên sivîl nekiriye û di daxuyaniyê de ev tişt hate bibîrxistin ku ola Îslamê û hemû zagonên navneteweyî jî vê dibêjin.
Daxuyaniya oldaran bi ayeta Qurana Pîroz ên ku dibêje ku ji wan re hate gotin xerakirinê nekin em ava dikin û xerakirin a ev kesên xerabkar in û bê hîs in.