Oldar li Wanê hatin cem hev
Oldar li Wanê hatin cem hev
Oldar li Wanê hatin cem hev
Oldarên ji Bakurê Kurdistanê û bajarên din ên Tirkiyê, bi mêvandariya Komeleya Piştgirî û Alîkariya bi Oldaran a Wanê (VADAY-DER) hatin cem hev.
VADAY-DER'ê bi beşdariya oldarên ji Bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyê civînek lidar xist. Di civînê de Nimêjên Înê yên sivîl ku ev 2 salin dewam dike û mijarên din ên olî hatin nirxandin.
Di civîna li Salona Konferansê ya Egîtîm-Sen Şaxê Wanê de, ji Amed, Mêrdîn, Colemêrg, Şirnex, Wan, Sêrt, Êlih, Stenbol, û Mêrsînê gelek mele amade bûn.
Tê payîn encamnameya civînê di rojên pêş de ji raya giştî re bê eşkerekirin.