Ok: Divê stratejiyeke hevpar bê afirandin

Ok: Divê stratejiyeke hevpar bê afirandin

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok, di civîna amadekariya Kongreya Netewî ya Kurd de axivî û destnîşan kir ku ji bo berjewendiyên gelê Kurd bên parastin divê stratejiyeke hevpar bê afirandin. Ok xwest, kongre xwedî li Rojavayê Kurdistanê ya di bin êrîşan de ye, derkeve. Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Ronahî Serhat jî da xuaykirin ku divê kongre mafên jinan li ber çavan bigirin.

Di civîna amadekariya Kongreya Netewî ya Kurd de, endamên Konseya Rêverber a KCK'ê Sabrî Ok û Ronahî Serhat amade bûn.

AFIRANDINA STRATEJIYEKE HEVPAR GIRÎNG E

Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Sabrî Ok di axaftina xwe ya li kongreyê de bibîr xist, ku bi beşdariya hemû derdorên siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê lidarxistina civîneke bi vî rengî, bi tena serê xwe xeyal bû û destnîşan kir ku ev civîn ji bo gelê Kurd, gaveke yekemîn e. Ok bibîr xist li cîhanê mîna Yekitiya Ewropa, Yekitiya Efrîka, Yekitiya Ereb gelek yekitî hene û anî ziman ku gelê Kurd yek ji wan gelan e ku di warê cografî, demografî, jiyan û nêrînê de herî zêde perçe bûye. Ok diyar kir ku pêwistiyeke mezin a Kurdan li yekitiyeke bi vî rengî heye û da xuyakirin ku Rêberê wan Abdullah Ocalan û tevgera wan PKK, ev mijar her tim di rojeva xwe de hiştiye. 

Ok ragihand ku di tevahiya dîrokê de gelê Kurd ti carî ji gelên din re dijminahî nekiriye û got, "Em dizanin ku, çiqasî li Rojhilata Navîn aştî û azadî bi pêş ve biçe, aştî û azadiya gelê Kurd jî wê ewçend ewle bibe. Ji ber vê yekê, em di wê baweriyê de ne ku Kongerya Netewî ya Kurd, wê ji bo mayindebûna demokrasî, aştî û azadiya li herêmê feydeyek mezin bide. Yek ji wezîfeyên sereke yên kongreya netewî, ev e. Ji bilî vê, girînge ku stratejiyeke hevpar bê afirandin ku li dijî hêzên derve berjewendiyên gelê Kurd bên parastin. Ji bo vê yekê gelek caran derfet derketin holê, rê vebûn. Pêwîste di warê dîplomatîk, siyasî û di her warî de ev kongre bersivê bide vê."

DIVÊ KONGRE XWEDÎ LI ROJAVA DERKEVE

Ok, di serî de Rojavayê Kurdistanê bal kişand ser pêşketinên germ ên li gelemperiya herêmê û axaftina xwe weha dewam kir: "Bi rastî jî, civîna me û kongreya piştre bê lidarxistin, li demeke dîrokî rast tê. Herêm dikele. Ev yek bandorê li gelê Kurd jî dike. Gelê me yekemcar di dîroka xwe de digihêje azadiya xwe. Lê li herêmê gelek derdor hene ku naxwazin Kurd bigihêjin azadiya xwe. Me îro di nûçeyan de lê guhdarî kirin, li Rojava li dijî Kurdan êrîş hene. Divê kongreya me, civîna me xwedî li gelê me yê li Rojava derkeve û wan xurtir bike. Li Başûr ji xwe statuyek heye. Kurd bi vê serbilind e. Pirsgirêkên gelê Kurd li Rojhilat hînê çareser nebûye. Divê têkoşîna aştiyane û parastinê were meşandin, ku pirsgirêk çareser bibe."

DIVÊ DI KONGREYA NETEWÎ YA KURD DE MAFÊN JINAN LI BER ÇAVAN BÊN GIRTIN

Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Ronahî Serhat jî da xuyakirin ku ew di wê baweriyê de ye ku ev kongre wê çanda azadî û demokrasiyê di nava Kurdan de bide rûniştandin û destnîşan kir ku ji bo li herêmê aştî, demokrasî û yekitî ava bibe, pêwîste jin li her qada jiyanê di asta wekheviyê de bê temsîlkirin. Serhat diyar kir ku gava behsa demokrasî û azadiyê bê kirin, ev yek bê jinê nabe û bal kişand ser hejmara kêm a beşdarên civînê. 

Serhat got, "Me hêvî dikirin ku di civînê de hejmara jin û mêran weke hev be. Lê mixabin, tevî hemû hewldanan jî encax tevlêbûneke bi vî rengî çê bûye. Em hêvî dikin ku di komîteya amadekar de wê ev daxwaz bicih were anîn. Me jinên Kurd, me du konferans lidar xistin. Ev konferans ji bo konferansa netewî bûn bingeh. Yek ji biryarên ji van konferansan derket holê jî, beşdariya çalak a li konferansa netewî bû. Her weha ez di wê baweriyê de me ku her kes wê li gorî pîvana demokrasî û azadiyê tevbigere. Her çend nêrîn û îdeolojiyên me cûda bin jî, ji bo mayindebûna yekitiya me, girîng e ku em li dora pîvanan hatine cem hev. Ez bi bawerim ku komîteya amadekar wê li ser peyman û navgînên rêziknameya naxweyî bixebite."