Ocalan silav ji Barzanî re şand
Ocalan silav ji Barzanî re şand
Ocalan silav ji Barzanî re şand
Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş piştî serdana xwe ya li Qendîlê li Hewlêrê bi Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtinek pêk anî. Demîrtaş her wiha silavên Ocalan ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re jî anîn.
Şandeya BDP’ê ya ji Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Parlementerê BDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder pêk dihat ji bo nameya Ocalan bigihînin KCK’ê hatin Başûrê Kurdistanê. Şandeyê piştî serdana Qendîlê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêrçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anî. Demîrtaş bi xwe re silavên Ocalan ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re anî.
Li gorî daxuyaniya di malpera fermî ya Hukûmeta Herêma Kurdistanê de cih girt, Demîrtaş ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve hate pêşwazîkirin û di hevdîtinê de pêşketinên têkildarê pirsgirêka Kurd li Bakûrê Kurdistanê hatin gotûbêjkirin. Demîrtaş bi rêya Nêçrîvan Barzanî silavên Ocalan ji Barzanî re şand.
Demîrtaş di hevdîtinê de bal kişand ser rola Herêma Kurdistanê di çareseriya pirsgirêka Kurd e û ji Nêçrîvan Barzanî xwest ku di vê pêvajoya aşitiyê de rola xwe bileyize û hevkariyê bike. Hate zanîn ku Demîrtaş ji Barzanî xwest ku hukûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a Bakûrê Kurdistanê rola xwe ya dîplomasiyê ya bi Ewropa û DYA’yê re bi cih bînin û di vî warî de peywendiyên xwe xurt bikin.
Nêçîrvan Barzanî jî her wiha, dilxweşiya xwe ya ji bo pêvajoya aşitiyê ya di navbera dewletê û Ocalan de hatiye destpêkirin anî ziman û got ku ew piştgiriyê didin vê projeya aşitiyê. Barzanî got ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê tişta ku bikeve ser milê wan ew ê bikin.
Barzanî bal kişand ku pirsgirêka Kurd li Bakûrê Kurdistanê pirsgirêka gel e û got: “Divê ev pirsgirêk were çareserkirin. Çareseriya rastîn jî çareseriya aştiyane ye.” Her wiha, Barzanî îşaret bi wê yekê kir ku aşitî ji bo berjewendiyên gelên Kurd û Tirk û got ku ev yek xizmeta her du aliyan dike.
Hêjayê gotinê ye ku Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Parlementerê BDP’ê yê Stenbolê piştî hevdîtina li Qendîlê li gel rayedarên KCK’ê kirin, vegeriyan Hewlêrê û şevê din bi serdana Endamê Polîtburoya PDK’ê Kemal Kerkukî kirin. Serdanên şandeya BDP’ê li Başûr berdewam dikin û tê payin ku li gel rayedarên din ên Hukûmeta Herêma Kurdistanê hevdîtin bikin.