Ocalan: Divê hikûmet bilezîne
Ocalan: Divê hikûmet bilezîne
Ocalan: Divê hikûmet bilezîne
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya bi heyeta BDP'ê re diyar kir ku ew dixwaze hîn bêtir rola xwe di pêvajoyê de bileyze, lê derfetên wî kêm in. Ocalan bang li hikûmetê kir ku ji bo ew xwe hîn bêtir bîne ziman, gavan biavêje û got, "Li hawirdora Tirkiyê şewatek ewçend mezin heye. Di van şert û mercan de gelekî asayî ye ku ji bo ez rola xwe bileyzim, derfet bên afirandin." Ocalan da xuyakirin ku eger ew li Îmraliyê karibe bi rêya çapemeniyê yekser agahiyê bide raya giştî, wê ji bo rêveçûna pêvajoyê gelekî baş be.
Navenda Giştî ya BDP'ê, peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên di hevdîtina îro ya bi heyeta BDP'ê re anî ziman, bi daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî re eşkere kir. Li gorî vê yekê, Ocalan di hevdîtina xwe ya bi Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan re diyar kiriye ku ew dixwaze hîn bêtir rola xwe di pêvajoyê de bileyze, lê belê derfetên wî gelekî kêm in.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo ew hîn bêtir karibe xwe bîne ziman bang li hikûmetê kir ku gavên berçav biavêje û lez bide pêvajoyê. Ocalan got, "Hêvîdarim ku di destpêka meha Îlonê de ji bo qonaxa duyemîn gav hatibin avêtin û emê karibin dest bi nîqaşkirina qonaxa sêyemîn a em jê re dibêjin normalbûyînê, bikin. Dibe ku hînê min hêviya xwe qut nekiriye. Ez behsa xetimandin an jî neçareseriyekê nakim. Lê, bi bûyerên li Rojhilata Navîn re eleqedar, divê hikûmet êdî bi lez tevbigere.
'DIVÊ ŞERT Û MERCÊN EZ KARIBIM XWE TÊ DE ÎFADE BIKIM, BÊN AFIRANDIN'
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya bi heyeta BDP'ê re de, peyama ku xwest bi raya giştî re bê parvekirin weha ye:
"Beriya her tiştî ez silavên xwe li herkesî dikim.
Ev pêvajoya me daye destpêkirin, bi giraniya, bi cidiyeta xwe û bi kûrbûna xwe dewam dike. Bi rayedarên dewletê re jî, hevdîtin, diyalog û di heman demê de kûrbûna me ya ji bo çareseriyê dewam dike.
Ez dixwazim hîn bêtir tevlî pêvajoya çareseriyê bibim. Lê mixabin, derfetên li vê derê gelekî kêm in. Ji ber vê yekê, ez nikarim daxwaza xwe ya tevlêbûneke xurt a li pêvajoyê bicih bînim. Divê hikûmet gavên berçav biavêje ku ez karibim xwe hîn bêtir bînim ziman. Dikarim bêjim ku ez ji kêmbûna derfetan, ne razî me, aciz im.
Li hawirdora Tirkiyê, ewçend şewat heye. Di van şert û mercan de gelekî asayî ye ku ji bo ez rola xwe bileyzim, derfet bên afirandin."
Eger li Îmraliyê bi rêya çapemeniyê ez bikaribim xwe yekser bigihêjînim raya giştî, ezê karibim di mijara rêveçûna pêvajoyê de feydeyên cidî bikim. Divê hikûmet, der heqê gavên bi vî rengî yên biçûk de, dudil nebe. Di encamê de, em hewl didin aştiya şerê 40 salan, ku tê de 50 hezar mirovanên me jiyana xwe ji dest dan, ava bikin.
'DIVÊ HIKÛMET BILEZÎNE'
Hêvîdarim ku di destpêka meha Îlonê de wê ji bo qonaxa duyemîn gav hatibin avêtin û emê karibin li ser qonaxa sêyemîn biaxivin. Dibe ku hêviya min hînê ne şikiyaye. Ez behsa xetimandinekê yan jî neçareseriyekê nakim. Bi bûyerên li Rojhilata Navîn re eleqedar, divê hikûmet bilezîne. Beriya meclîs bê vekirin, divê hikûmet gavên berçav ên pratîkî deyne holê. Pêwîste meclîs jî feydê bide vê çareseriya dîrokî. Ji xwe her gavên bên avêtin, wê li gorî berjewendiyên Tirkiyê bin.
Ez ji herdu aliyan bi taybetî rica dikim, ku di vê demê de nekevin nava hewldanên karibin pêvajoyê bixe nav zor û zehmetiyan.
Rewşa giştî ya tenduristiya min, tevî ku ne zêde giran e jî, li ser navê aştî û pêşeroja hevpar a gelên me, hewl didin li ber xwe bidim. Careke din ji dil ve silavên xwe li herkesî dikim.