NY ji bo Siûdî û Îranê dikeve nava tevgerê
Aloziya di navbear Îranê û Erebîstana Siûdî de dewam dike. Neteweyên Yekbûyî (NY) jî xwe amade dike, bikeve nava tevgerê.
Aloziya di navbear Îranê û Erebîstana Siûdî de dewam dike. Neteweyên Yekbûyî (NY) jî xwe amade dike, bikeve nava tevgerê.
Aloziya di navbear Îranê û Erebîstana Siûdî de dewam dike. Neteweyên Yekbûyî (NY) jî xwe amade dike, bikeve nava tevgerê. Nûnerê Taybet ê NY yê Sûriyeyê Staffan de Mîstûra wê hewl bide pirsgirêka di navbera Riyad û Tehranê de çareser bike.
Berdevkê NY Stephane Dûjarrîc da xuyakirin, ku Nûnerê Taybet ê NY yê ji bo Sûriyeyê Staffan de Mîstûra, ketiye ser rêya paytexta Erebîstana Siûdî Riyadê. Dûjarrîc diyar kir ku Nûnerê Taybet piştî hevdîtinên li Riyadê wê derbasî paytexta Îran Tehranê bibe.
Li aliyê din, bi destpêkirina aloziya navbera her du welatan re, şerê li Yemenê jî şidiya. Hêzên koalîsyonê yên bi pêşengiya Siûdiyan agirbest xera kirin û ji nû ve bombe li Hûsiyên Tevgera Şîa ya Yemenê barand.
Nûnerê Taybet ê NY yê ji bo Yemenê Îsmaîl Ûld Şêx Ehmed jî wê sibe biçe Riyadê û ji bo sekinandina bomberdûmana li Yemenê bikeve nava tevgerê.