NY: DAIŞ li Lîbyayê hat sekinandin
Çeteyên DAIŞ'ê ku ji par û vir ve gelek bajarên li Lîbyayê dagir kirine, bi saya berxwedana gel û komên çekdar hatin sekinandin.

Li gorî rapora ji aliyê pisporên Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hat amadekirin, çeteyên DAIŞ'ê li Lîbyayê ku ji xwe re 'stratejîk' dibîne, tengav bûye. Di raporê de hat ragihandin ku li bajarê Sîrte yê li bakur û bajarê Derna yê li rojhilat ên di destê çeteyan de ne, hejmara wan çend hezar in û destekê ji gelê Lîbyayê wernagire.
Di dewama raporê de hat ragihandin ku hejmara çeteyên DAIŞ'ê yên li Lîbyayê ji 2 heta 3 hezarî ye, lê 2 hezar ji van ji welatên Magrîb hatine. NY di rapora xwe de destnîşan kir, ku çeteyên DAIŞ'ê li herêmên dagir kiriye, rastî berxwedaneke xurt a gel tên. Di raporê de hat gotin ku DAIŞ a ji Ewropayê endaman ji xwe re ji bo Sûriye û Iraqê peyda dike, li Lîbyayê nikare vê bike.
NY da zanîn ku DAIŞ'ê mîna li Sûriye û Iraqê nikare li Lîbyayê derfetên malî biafirîne.
Çeteyên DAIŞ'ê di sala 2014'an de bajarê Derna yê li rojhilatê welêt û di Sibata îsal de bajarê Sîrte dagir kirine.