Nûçegihanê DÎHA’yê hate binçavkirin

Nûçegihanê DÎHA’yê hate binçavkirin

Nûçegihanê Ajanasa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) Mensur Kuçukagra di encama serdegirtina malan de hate binçavkirin.

Polîsan li Erziromê bi ser mala nûçegihanê DÎHA’yê Mensur Kuçukagra ku di heman demê de xwendekarê Zanîngeha Erziromê ye, de girtin. Hate zanîn ku Kuçukagra ji ber ku hefteya buhrî li navçeya Xinis a Erziromê çalakiya bi armanca piştgiriya ji bo Kobanê şopandiye, hatiye binçavkirin.

Kuçukagra birin qereqolê. Polîsên li malê lêgerîn kirin, hemû tiştên malê ser û bin kirin.