Nuçegihanê ANHA li Girê Spî birîndar bû

Nuçegihanê ANHA li Girê Spî birîndar bû

Nûçegihanê ajansa ANHA’yê Ferhat Yusuf, dema bûyerên li Girê Spî (Tilebyad) dişopandin, bi gule komên çekdar birîndar bû. Rewşa Yusuf baş e.

Piştî ku li bajarê Girê Spî komên Dewleta Îslamî ya Iraq û Biladî Şam/Eniya El-Nusra êrîşî taxên kurdan kirin, nûçegihanê ANHA’yê yê Kobanê Ferhat Yusuf bi armanca şopandina bûyeran derbasî Girê Spî bû. Yusuf dema duh (21’ê Tîrmehê) li nava bajêr pevçûnên di navbera Eniya El-Ekrad û komên êrîşkar de dişopandin û dixwest rastiyê ji raya giştî re ragihîne, bû hedefa guleyên êrîşkaran.

Yusuf ku bi sivikî birîndar bû, rakirin nexweşxaneya Kobanê. Rewşa Yusuf ku niha tê dermankirin, baş e.