Nobedarên vê heftê yên li Strasbourgê koma ji Sachsenê ye
Nobedarên vê heftê yên li Strasbourgê koma ji Sachsenê ye
Nobedarên vê heftê yên li Strasbourgê koma ji Sachsenê ye
Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Konseya Ewropa (KE) ya li Strasbourgê destpê kir, bênavber dewam dike.
Di roja 840. a çalakiya di 25'ê Hezîrana 2012'an de destpê kir de, Ahmet Dêrsim, Fedekar Riha, Metîn Kocaoglû û Serdar Aydemîr ên ji herêma Sachsen a Elmanyayê çalakî dewir girtin.
Endamên koma çalakger, her roj bi dehan mirovî re diyalogê datînin û der barê hewldanên Ocalan ên ji bo aştiyê de agahiyan didin. Endamên komê dan xuyakirin ku ew ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî tevlî vê çalakiyê bûne û wê hefteyekê nobedê bigirin. Nobedar wê tevahiya hefteyê broşurên li ser biyografiya Ocalan belav bikin û di çarçoveya kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Ocalan de îmzeyan kom bikin, der heqê komkujiyên li Rojava û Şengalê de agahiyan bidin.
Endamên komê, bêdengiya welatên Ewropa û hêzên koalîsyonê ya li pêşberî komkujiyan şermezar kirin, berxwedana Kobanê silav kirin û çalakiya nobedê dewir girtin.
Çalakiya nobedê ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve, heftê heft rojan saet di navbera 07:30 û 17:00 de bênavber dewam dike. Heta niha 18 hezar îmze ji bo azadiya Ocalan hatine berhevkirin. Ev çalakî çalakiya herî demdirêj a Kurdistaniyên li Ewropayê ye.