Nobedarên konê li Geverê guherîn

Nobedarên konê li Geverê guherîn

Nobedarên konê çareseriyê yê li herêma Rahmo ya navçeya Colemêrg Geverê hatiye vedan, guherîn.

Konê çareseriyê yê bi pêşengiya Tevgera Jinê ya Azad û Demokratîk ve li herêma Rahmo ya Geverê ji bo şopandina vekişîna gerîlayên HPG'ê hat vedan, bi guhertina nobedaran dewam dike. Li konê çareseriyê, endamên Kooperatîfa Jinan a Geverê, Akademiya Siyasetê ya BDP'ê ya Geverê û Meclîsa Şaredariya Geverê nobed dewir girtin. Serokê berê yê BDP'a Geverê Rustem Demîr di dewam dewirdayina nobedê de axivî û diyar kir ku ev sekna gel wan ser bilind dike û got, "Herî dawî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qonaxa duyemîn da destpêkirin. Lê hînê qereqol tên çêkirin û ev yek wê bandorê li pêvajoyê bike. Ji ber vê yekê, emê nobeda xwe ya li vê derê, heta çêkirina qereqolan bê rawestandin, dewam bikin."

Piştî axaftinan nobed hat dewirkirin. Nobeda li binê kon, bi çalakiyên cihêreng dewam dike.