Nobeda ji Ocalan re azadî dewam dike

Nobeda ji Ocalan re azadî dewam dike

Li bajarê Fransa Strasbourgê, çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd tê lidarxistin, di hefteya 57. de ye. Ji bo bîranîna sê siyasetmedarên jin ên Kurd li Parîsê hatin kuştin, komek ji 3 jinan vê heftê çalakî dewir girtin.

Li bajarê Fransa Strasbourgê, çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd li ber avahiya Konseya Ewropayê ji 25'ê Hezîrana sala 2012'an û vir ve tê lidarxistin, roja 394. li dû xwe hişt. Çalakiya vê heftê ji aliyê 3 jinên Kurd ku yek ji bajarê Elmanya Bonnê û du jî ji bajarê Fransa Strasbourgê bûn, dewir hat kirin. Endamên komê, ji bo bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin kuştin, beşdarî çalakiyê bûn.

Endamên koma nû, her roj bi sedan belavokan belav dikin û der heqê Ocalan û pirsgirêka Kurd de agahiyan didin raya giştî. Çalakgerên nobedê di çarçoveya kampanya "Ji Ocalan re Azadî" de bi zimanên Îngilîzî, Elmanî û Fransî belavokan û broşurên bi sernavê "Ocalan kî ye?" belav dikin.

“JI BO BERSIVDAYÎNA LI HEWLDANÊN OCALAN ÊN JI BO AZADIYA ME, EZ LI VIR IM”

Ji endamên komê Lîana Mîstoyan da xuyakirin ku ji bo bersivê bide girîngiya Ocalan dide azadiya jinên Kurd, ew tevlî çalakiyê bûye. Mîstoyan ku Kurdek ji Gurcîstanê ye, li gel zor û zehmetiyan jî alîgirê dewamkirina çalakiya nobedê ye. Mîstoyan bang li gelê Kurd û hemû alîgirên azadiya Ocalan kir ku piştgiriyê bidin vê çalakiyê.

“DIVÊ HETA 1'Ê ÎLONÊ HERKES PIŞTGIRIYÊ BIDE KAMPANYAYÊ”

Ji beşdarên çalakiyê ya ji bajarê Elmanya Bonnê Gonul Arslan jî diyar kir ku daxwaza wê ya yekane, berî mirinê dîtina azadiya Kurdistan û azadiya Ocalan e. Arslan bibîr xist ku wê di 1'ê Îlonê de îmzeyên di çarçoveya kampanyayê de hatine komkirin bi raya giştî re werin parvekirin û got, "Heta wê rojê, divê herkes alîkariya ji dest tê bide kampanyayê û ji bo kampanya bigihêje armanca xwe piştgiriyê bidin."

“DIVÊ BARZANÎ Û LÎDERÊN KURD LI SER SOZA XWE BISEKININ”

Arslan bal kişand ser lihevkombûna hêzên siyasî yên Kurdistanî di rojên dawî de û xebatên Kongreya Netewî û destnîşan kir ku divê armanca azadiya Kurd û Ocalan be. Arslan herî dawî bang li Mesûd Barzanî û hemû lîderên Kurd kir ku bi sozên xwe re dilsoz bin û yekitiyek careke din hilneweşe, ava bikin.

57 HEFTE NE BÊ NAVBER DEWAM DIKE

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd, çalakiya nobedê ya li ber Konseya Ewropayê di 25'ê Hezîrana sala 2012'an de destpê kir, her hefte bi komên ji 4 heta 7 kesan, tê meşandin. Di çalakiya nobedê de her weha heta niha 9 hezar îmze hatin berhevkirin. Di çalakiyê de heta niha zêdeyî sed hezar broşur 3u belavok hatin belavkirin, bi sedan kesan re her roj li ser pirsgirêka Kurd û rewşa Ocalan gotûbêj hatin kirin.