Nobeda azadiyê Ewropî bêtir nêzî Ocalan kir
Nobeda azadiyê Ewropî bêtir nêzî Ocalan kir
Nobeda azadiyê Ewropî bêtir nêzî Ocalan kir
Nobeda ji Ocalan re Azadî ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî li ber avahiya Konseya Ewropa ya li bajarê Fransa Strasbourgê hat destpêkirin, îro dikeve roja 126. Ev çalakî, ku weke çalakiya herî demdirêj a Kurdên li Ewropayê ye, di guhertina têgihiştina Ewropiyan a li ser Kurdan de, roleke mezin dilîze.
BI SED HEZARAN MIROV HATIN AGAHDARKIRIN, ZÊDEYÎ 20 HEZAR ÎMZE HATIN KOMKIRIN
Çalakî di 25'ê Hezîrana 2012'an de destpêkir û heta niha 600 kes bi 125 koman cihê xwe di çalakiyê de girtin. Di nava beşdarên çalakiyê de li gel Kurdistaniyan nûnerên Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJKE), PJKA, PYD, KODAR, Kon-Kurd, NAV-DEM, FEYKA, gelek hunermend û kedkarên çapemeniyê jî hebûn.
Her wiha ciwanên komunîst ên ji pêkhateyên Eniya Çep a Frnsayê (FG), endamên Komeleya Dostaniya Kurd-Fransa ya Alsace û dostên Kurdan ên ji Elmanya, Holanda û welatên din ên Ewropayê tevlî çalakiyê bûn û destek dan.
Heta hefteya 126. di Nobeda Azadî ji Ocalan re de, der barê armanca çalakiyê de 235 hezar belavokên biz imanên Îngilîzî, Elmanî û Fransî, zêdeyî 38 hezar broşurên li ser biyografiya Ocalan hatin belavkirin. Her wiha 35 hezar pirtûkên bi sernavê "Li Kurdistanê şer û aştî", 13 hezar broşurên li ser Komkujiya Parîsê hatin belavkirin.
Di çalakiyê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî, nêzî 20 hezar 800 îmze hatin komkirin.
Endamê komîteya amadekar a çalakiya nobedê Mûnzûr Emenkçî, encamên heta niha ji çalakiyê hatine wergirtin û nêrîna Ewropiyan a li çalakiyê, ji ANF'ê re nirxand.
BI 50 HEZAR EWROPIYAN RE YEKSER DIYALOG HAT KIRIN
Endamê komîteya amadekar a çalakiyê Mûnzûr Emekçî diyar kir ku di nava 29 mehên çalakiyê de rojane bi dehan kesan re diyalog hatiye kirin û der barê pirsgirêka Kurd, rewşa Ocalan û qedexeya li ser PKK'ê de agahî hatine parvekirin. Emekçî da zanîn ku heta niha derfet hatiye dîtin bi 50 hezar kesî re yekser diyalog bê kirin û anî ziman, ku Elman, Fransî û Belçikî eleqeyeke mezin nîşanî çalakiyê didin.
Emekçî sedema ve eleqeya zêde jî wiha anî ziman: "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê Rojhilata Navîn de beriya niha nirxandin kiribû, pêşdîtin û hişyariyên wî hebûn. Bûyerên piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kurdistan, Sûriye û Iraqê rû dan, pêş dîtinên Ocalan bûn.
Bêguman vê rewşê bala Ewropiyan kişand û her Ewropiyên em pê re axivîn, ev yek anîn ziman. Her çend berê dudiliyek hebû jî, niha her kesê em pê re axivîn, bi çavekî heyranî li rewşê dinêre. Di nava van de welatiyê Ewropî jî hene, burokratên li saziyên li vir dixebitin jî.
Ev rewş di heman demê de nuqteya ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurd xwe gihandiyê, nîşan dide. Kesên em pê re axivîne, êdî Ocalan weke lîderekî serbixwe yê li Rojhilata Navîn dibînin. Di sohbeta me ya bi delegasyonên hin welatên endamên Konseya Ewropa û Parlamenta Ewropayê, ev derdikeve holê.
Ji ber ku Ewropî vê dibînin; Ne Yekîtiya Ewropa ne jî DYA der heqê gelan de xwedî pêşdîtineke zelal nînin. Bi taybetî nêrînên Birêz Ocalan ên li ser Rojhilta Navîn û herêmên din ên girîng, gelekî zelal in."
"DIBÎNIN KÎ ŞER DIXWAZE KÎ AŞTIYÊ DIXWAZE"
Mûnzûr Emekçî ragihand ku pirsgirêkên Tirkiye li herêmê rê li ber vedike, bi baldarî tên şopandin û destnîşan kir ku desteka Tirkiyeyê ya ji bo çeteyên DAIŞ'ê û helwesta wê ya di pêvajoya çareseriyê de rê li ber nerazîbûna Ewropiyan vedike. Emekçî got, "Ewropî dibînin ku Tirkiye nikare vê pêvajoyê bimeşîne, rêveçûna heyî dikare rê li ber şerê di navbera gelan de veke. Her wiha derdikeve holê ku kî şer dixwaz, kî aştiyê dixwaze. HPG û YPG bê şert û merc, hemû gelan diparêzin. Lewma têkoşîna Ocalan a ji bo biratî û aştiya navbera gelan, bandorê li wan dike."
Emekçî da xuyakirin ku Ewropî êdî Tirkiyeyê weke aliyê şer, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî weke temînata aştiyê dibînin.
"MÎMÎKÊN BUROKRATAN ÊN LI HEMBERÎ ME JÎ GUHERÎN"
Mûnzûr Emekçî bibîr xist ku di mehên destpêkê ya çalakiyê de, nêzîkatiyek sar û dudil li hemberî wan dihat nîşandan û anî ziman ku di rewşa heyî de ev yek bi giranî hatiye şikandin û êdî sempatiyeke mezin ji bo wan heye.
Emekçî got, "Di nêzîkatiyên xebatkarên Konseya Ewropayê (KE) û gelek wezîfedarên Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) de guhertinên cidî hene. Hişyariyên Ocalan ên beriya 5-6 salan û fedekariya YPG/YPJ û HPG'ê dibînin. ji ber vê yekê mîmîkê wan bi xwe jî, di vê dema dawî de li hemberî me hatine guhertin." Mûnzûr Emekçî destnîşan kir ku helwesta wezîfedarên fermî yên Fransayê jî gav bi gav li hemberî wan erênî dibin.
"DIVÊ LI HER QADÊ LOBIYA AZADIYA OCALAN BÊ KIRIN"
Mûnzûr Emenkî diyar kir ku Nobeda ji Ocalan re Azadî ji aliyekî ve wezîfeya 'enformasyona navendî' bicih tîne û ragihand ku divê ev çalakî bi tenê li ber Konseya Ewropa ya li Strasbourgê nemîne, li her qadên Ewropayê bê belavkirin. Emekçî bang li Kurdan û dostên wan, bi taybetî jin û ciwanan kir, ku ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî li her qadê bikevin nava hewldanan.