Nexweşê sêyemîn ê xwedî dilê çêkirî jiyana xwe ji dest da

Hat ragihandin, ku kesê sêyemîn ê li Fransayê emeliyata dilê çêkirî lê hat kirin, jiyana xwe ji dest daye.

Hat ragihandin, ku kesê sêyemîn ê li Fransayê emeliyata dilê çêkirî lê hat kirin, jiyana xwe ji dest daye.

Şîrketa Carmat ku bi çêkirina dilê çêkirî ket rojevê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku nexweşê 74 salî ji ber tengaviya di hilmstendinê de, jiyana xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de hat îdîakirin ku mirina nexweş ne ji ber protezê dilê çêkirî ye û hat gotin ku mirina nexweş ji ber pirsgirêka gurçikê ya kronîk e.

Ev nexweş, piştî testan di 8'ê Nîsanê de emeliyata dilê çêkirî lê hat kirin û ev kes di dawiya meha Tebaxê de ji nexweşxaneyê derket. Şîrketê beriya niha protezê dilê çêkirî li du nexweşên din jî bi cih kiribû, lê belê van kesan piştre jiyana xwe ji dest dabûn.

Lê belê teza ku dibêje 'mirina wan ne ji ber proteza dilê çêkirî ye' hînê rasteqîn tê dîtin. Ji xwe ji bo bikaranîna proteza dilê çêkirî, nexweşên extiyar ên xwedî nexweşiyên giran û êdî tedawiya wan bi dawî bûye, tên hilbijartin.